Zum Hauptbereich springen Zum Hauptmenü springen
Logo: Leichte Sprache, von: Inclusion Europe Logo: DGS Deutsche Gebärdensprache

Kurmancî


Berliner Register çi dikin?

Em, Tomarên Berlînê (“Berliner Register”), dixwazin li dijî cûdakarî û veqetandinê çalakiyek ava bikin. Ji ber vê yekê, em bûyerên ku li Berlînê di jiyana rojane de diqewimin belge dikin, didin xûyandin û hevalbendên ku tev li çalakiyê bibin qezenc dikin.

Em van bûyeran tomar dikin: nijadperestî, antîsemîtîzm, çalakiyên rastgir, Dijminahî li dijî LGBTIQ, antî-femînîzm, dijminatiya kesên astengdar û dijminatîya bêmalan.

Em belge dikin, mînak: gef(tehdît), heqaret û mobbîng, êrişên laşî, cûdakarî ji alîyê rayedaran, kontrolên nijadperestî ji alîyê polêsan, Stîker, belavok û spraye, bûyer û zîyana malî yên ku dikarin ji yek ji yên jorîn de werin tasnîf kirin.

Em van raporan berhev dikin, wekî tomarên kronîk li ser vê malperê diweşînin û salê carekê wan dinirxînin. Siyasetmedar, xebatkarên îdarî an înîsiyatîfên ku bi siyasetê ve girêdayî van encaman dikarin di biryarên xwe de bihesibînin. Ji bo wê gavan bavêjin da ku li dijî cûdakarî û veqetandinê tevdîrên armancgirtî werin girtin.

Em ji ajansên dewletê û polîsan serbixwe kar dikin. Hûn dikarin bênav bi me re têkilî daynin. Ragihandina bûyerê bêpere ye. Hûn dikarin serpêhatî û dîtinên xwe bi zimanê xwe jî ji me re ragihînin:

Dîroka bûyerên me

Ji bo kesên ku mexdûr bûne girîng e ku bikaribin serpêhatiyên xwe vebêjin û bi têgihîştina xwe re tenê nemînin. Em van bûyeran ji bo her navçeyê ji hev cuda diweşînin. Bi vî rengî, cîran têne agahdar kirin û hevgirtin û piştgirî li hember wan kesên ku cûdakarî û veqetandinê dikişînin çêdibe.

Hûn dikarin salnameya bûyerên me ya bi Almanî bibînin.

Encamên me

Em her sal li hemû navçeyên Berlînê hemû bûyeran dinirxînin. Di van îstatîstîkan de derdikeve holê ku, mînakî, cûdakarî bi taybetî pir caran li ku qeqimîye an jî li ku derê dîmena rastgiriya ekstrem fokusa sereke ya çalakiyê heye.

Her biharê em nirxandinek ji bo her navçeyek û yek jî ji bo hemî Berlînê bi Almanî diweşînin.

Di havînê de rapora salane ya bi mijarên sereke yên sala borî bi Almanî û Îngilîzî derdikeve.

Têkilî bi tomara li navçeya we

Li her navçeyek Berlînê tomarek û gelek xalên têkiliyê hene. Xalên pêwendiyê, mînak, dikanên taxê, civat, navendên cîranan û nivîsgehên parlamentoyê ne.

Hûn dikarin rasterast li devera niştecîbûna xwe bi her tomarek Berlînê re têkilî daynin.

Fînansekirin û Zelalbûn

Em Berliner Register xwe bi bernameya eyaleta Berlînê ya “Demokrasî. Pirrengî. Rêzgirtin. Li dijî ekstremîzma rastgir, nijadperestî û antîsemîtîzmê” ji Wezareta Dadê ya Senatoyê, Parastina Serfkaran û Dijî Cûdakariyê û her weha ji fonên navçeyê fînanse dikin. Ofîsên tomarkirinê li her navçeyê di komeleyek sponsorgeriyê ve cih digre . Ofîsa hevrêziyê ya Tomarên Berlînê ji hêla "pad gGmbH" ve tê piştgirî kirin.

Em projeyê bi berfirehî bi Almanî pêşkêş dikin.

Hewcehîya we bi şêwirmendîyê heye?

Em Berlîn Register ji we re dibin alîkar ku hûn navendek şêwirmendiyê ya guncan bibînin:

Zum Hauptbereich springen Zum Hauptmenü springen